Tebax 02, 2020 10:34 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê: Amerka û Rejîma Siyonîst terorîst kirine darê destê xwe

Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) yê Îran bal kişand ser girtina serkirdê koma terorîst a Tunder û got: Amerîka û Rejîma Siyonîstî heya wê demê piştgiriya terorîstan dikin ku ji wan re feyde û sûda xwe hebin.

Wezareta Îtileata Îranê duh ragihand ku serkirdê koma terorîst a Tunder Cemşîd Şarmehd ku ji nav Amerîkayê operasiyonên tyerorîstî û xerabkarî li Îranê birêve dibir bi destê hêzên Îranê yên ewlehiyê hatiye girtin.

  Wezîrê Îtileata Komara Îslamî ya Îranê seyd Mehmûd Elewî şeva borî di gotûbêjeke televîziyonî de derbarê girtina serkirê koma terorîst a Tunder got: Amerîka û Rejîma siyonîstî wer fikir dikirin ku serkirdê koma terorîst a Tunder maka her kiryarekê li dijî Îranê ye, lê hêzên Îstixbaratî û Ewlehiyê yên Îranê bi şopandina agahdarane ya terorîstên wiha karîn ku derba dawiyê li vê komê xînin.

Elawî got: Li pêşerojeke nêzîk de emê hûrgiliyên girtina Cemşîd Şarmehd biweşînin. Wî herwiha bi bîr xist : Kesê ku xwe hêza Dayira Lêkolînên Fedral a Amerîkayê (FBI) dida nasandin niha li destê hêzên îtileatî û îstixbaratî yên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Wezîrê Îtileata Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku girtina serkirdê koma terorîstî ya Tunder wek operasiyona yekem ya dijwar  a wezareta Îtileatê li dijî neyarên Komara Îslamî ya Îranê nîne û di vê çarçovê de bi bîrxist: Derdora 27  pêngavên terorîstî yên Şarmehd û koma wî pêk hatin ku ji ber hişyar û pêngavên ser wextê yên hêzên Îtileatê û ewlehiyê yên Îranê ew gişt bê encam man.

Elewî herwiha got ku Înterpolê tevî ku derheq kiryarên Koma Tunder agahdar bû û tevî ku ew berpirsê girtina serkirdê vê komê bû ti karek nekir, eva nîşan dide ku slogana rojavayiyan ya li dijî teror û terorîstan derew e.  

Serepeyv