Tebax 01, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Bila Amerîka derheqê piştgiriya ji Koma Têrorîst a 'Tunder'ê bersivê bide

Berdevkê Wzeareta karên derve ya Îranê got: Amerîka divê derheqê piştgiriya ji komên têrorîst ku ji nav axa vî welatî va operasiyonên têrorîstî li dijî gelê Îranê cih tînin, bersivê bide.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wzeareta karên derve ya Îranê roja Şemiyê tevî sipasiya ji kiryara bihêz a hêzên ewlehiyê yên Îranê ya girtina Cemşîd Şarmehd, Serkirdeyê Koma Têrorîst a 'Tunder'ê, her wiha got: Rêjîma Amerîkayê di halekî da xwe li kêleka gelê Îranê dide zanîn ku têrorîstên bi-nasname û kesên ku berpirsiyariya operasiyonên têrorîstî li nav Îranê girtine ustiyê xwe û destên wan bi xwîna gel û welatiyên bêguneh ên îranî werdayî ye, li nav axa xwe sitirandine û bi awayên cûrbecûr pişta wan digire.

Wezareta Itila'atê ya Îranê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Cemşîd Şarmehd, Serkirdeyê Koma Têrorîst a 'Tunder'ê ku ji Amerîkayê operasiyona çekdarî û xerabkariyê li Îranê bi rê ve dibir, di operasiyoneke lihevalyayî da ji aliyê hêzên elwehiyê yên Îranê va hat girtin.

Şarmehd sala 2008an operasiyona teqînê li Huseyniyeya Seyid ul-Şuheda ya Şîrazê (Navenda parêzgeha Farisê) li başûrê Îranê cih anî ku di encamê da 14 kes şehîd bûn û 215 şîngirên Îmam Hisên (S) jî birîndar bûn.

Her wiha Koma Têrorîst a 'Tunder'ê  van salan dil hebûye ku çend operasiyonên mezin li Komara Îslamî ya Îranê cih bîne.

Teqandina Bendava Sîvend a Şîrazê, teqandina bombeyên sîyanûrî li nîşangeha Pirtûkan a Têhranê û teqandina bombeyê li Tirba Îmam Xumeynî (RE) ji van operasiyonan bûn.

Hûrgiliyên zêdetir ji operasiyona lihevalyayî û serketî ya hêzên ewlehiyê yên Îranê di warê girtina serkirdeyê Koma Têrorîst a 'Tunder'ê , dê piştra bên ragihandin.

 

 

 

Serepeyv