Tîrmeh 29, 2020 18:26 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Îran li benda kiryarên hestkirî û berbiçav ên Koreya Başûr e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka derheqê îdiaya ajansa nûçeyan a Koreya Başûr, got: Têhran li benda kiryarên hestkirî û berbiçav ji aliyê Seulê va ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Yûnhapê ya Koreya Başûr, rayedarên vî welatî îro Çarşemiyê bi riya vîdyo konferansê bi rayedarên Îranê ra derbarê kirrîna derman û alavên pizişkî diaxivin.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê destnîşan kir ku Îranê têra xwe ji Koreya Başûr soz û qirar bihîstine, loam tenê li benda kiryarên hestkirî û berbiçav e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku tu kesek li Îranê li benda barê nîv miliyon an du miliyon dolarî nîne, hêvî kir ku rayedarên Koreya Başûr asta berjewendiyên aborî yên gelê Îranê li wî welatî û nebûna tu berbendeke qanûnî jibo ticareta digel Îranê bi bîr bînin.

Li pey astengîderxistina neqanûnî ya Seulê jibo bidestxistina çavkaniyên aborî yên Îranê li bankên Koreya Başûr, Wezareta karên derve ya Îranê di şêwirînên berdewam ji dewleta Koreya Başûr ra ragihandiye ku tu boykot û bingeheke qanûnî jibo vî karî tune û reftara aliyê koreyî li dijî usûlên pêwendiyên dostane û bingehên hiqûqî yên hevkariya welatan e.

 

 

 

Serepeyv