Tîrmeh 29, 2020 12:46 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Xistina canê lêniştiyên firokeya îranî ber xeterê,

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Xistina canê lêniştiyên firokeya îranî ber xeterê ji aliyê firokeyên şêrr ên Amerîkayê li fezaya korîdora navneteweyî da, wek "Têrorîsma Asimanî" da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da tevî amajeya bi vêya ku berboriya kiryarên Amerîkayê heye, got: Ev şerûtiya dewleta Amerîkayê nîşana têkçûna siyasetên dijî Îranê ye û jibo wan tenê rêyek maye û ew jî cihanîna maf, qanûn, lihevkirin û rêzikan û cebirandina ziyanên lêketî li gelê Îranê ye.

Rûhanî ji Rêxistina Navneteweyî ya geştên Asimanî yên Ne-leşkerî (ICAO), Konseya Ewlehiyê ya NY û gişt welatan xwest ku li dijî vê kiryara têrorîstî ya delweta Amerîkayê rawestin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi hewildana amerîkiyan jibo dewama boykotên çekdarî li ser Îranê, got: Amerîkî jibo şopandina biryarnameyekê li dijî Îranê, sibe heta şev weke wasîteyên bazarê (dellal) ji Koşka Sipî bi rê ketine û heta roja îro tu serketinek bi dest nexistine, helbet heke rojekê jî bi ser kevin, Îranê dê bersiveke tund bide wan.

Rûhanî bi gotina vêya ku dijmin dil heye aboriya Îranê aloz bike, got: Tevî hebûna boykotan, derfirotina Îranê bo welatên Ewrasyayê sedî 63ê zêde bûye û ev yek nîşan dide ku dijmin di warê aborî da ser neketiye û nekariye aboriya Îranê bide sekinandin.

bazariyan çêkirina gotegotan li nav xelkê ji komployên din ên dijmin jibo derbelêdana li hikûmet û welêt da zanîn û got: Hilêxistina gotegotên bêbingeh wek firotin an weqfkirina çiya, derya û daristanan an firotina giravekê an hin navçeyan li rojava an rojhilata welêt, bêbingeh e û tenê jibo pêkanîna nîgeranî û nerihetiyê li nav xelkê ye.

Rûhanî got ku gelê Îranê bi hişyariya xwe komplo û gotegotên dijminan pûç kirin.

 

Serepeyv