Mûsewî: "Helwêsta Îranê derbarê navçeya Qerebaxê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê neguheriye"
Tîrmeh 14, 2020 09:40 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got ku Helwêsta Îranê derbarê navçeya Qerebaxê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi tu awayî neguheriye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Ebas Mûssewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Duşemiyê bi şev got: Helwêsta Îranê derbarê navçeya Qerebaxê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi tu awayî neguheriye.
Wî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya rêzgirtina li serwerî û hakimiyeta welatan û bikaranîna şêwazên çareserkirina bi aştî ya nakokiyan, got: Baweriya me eva ye ku du welatên cînar divê nakokiyên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin û Komara Îslamî ya Îranê jî hertim amadetiya xwe jibo alîkariya bona çareserkirina van nakokiyan ragihandiye.