May 30, 2020 21:28 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilabê dê bi boneya salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re) bi riya televîziyonê biaxive

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê roja Çarşemiyê, 3ê Hezîranê, bi boneya sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê, bi riya medyayan û bi awayê zindî biaxive.

Mihemed Elî Ensarî, Sêkrêtirê Erkantiya Navendî ya Rêzgiretina li salvegera rehleta Hezretê Îmam Xumeynî (Re) roja Şemiyê bi gotina vêya ku îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê rêûrisma rêzgirtina li sî û yekemîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), îsal dê neyê lidarxistin, got: Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di vê rojê da dê bi awayekî zindî û bi riya kanalên radyoyî û televîziyonî biaxive.

Roja Çarşemiyê, 14ê Xordadê, (3ê Hezîranê) hevdem e digel sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê.