Heta îro 30ê Gulanê; Zêde ji 117 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 148 hezar û 950 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 116 hezar û 827 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2282 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 148 hezar û 950 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 57 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 7 hezar û 734 kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye 6 miliyon kesî.
Ji vê hejmarê 367 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 2 miliyon û 673 hezar kes jî baş bûne.