May 30, 2020 09:33 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Îranê: Divê dengê neraziyan li Amerîkayê were bihîstin

Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya ser vê yekê ku serkutkirina amerîkiyên renckişandî û sînordarkirina medyayan divê bilez bi dawî were, ragihand: Divê dengê neraziyan li Amerîkayê were bihîstin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Îranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber kuştina çermreşan li Amerîkayê, Îniyê bi şev li ser twittera xwe nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê cihêkariya nijadî ya mirinbar li Amerîkayê şermezar dike û ji rayedarên amerîkî dixwaze ku dadmendiyê derbarê van cûre kuştinan cih bînin.

Di kuştina herî nû ya nijadî ya polîsê Amerîkayê da, efserekî çermsipî Duşemiya bihurî kesekî çermreş li bajarê Mîniyapolîsê yê parêzgeha Mînesotayaê kuşt. Kesê çermreş li bin zexta jûniyê memûrê Polîs li ser ustiyê wî ku heft deqîqeyan dirêj bû, diqêriya: "Ez nikarim nefes bikişînim", "Qulpek avê bidine min" û "Min nekuje"; û di dawî da jî mir.

Şêniyên bajarî Mîniyapolîsê ji roja Sêşemiyê va bi nîşana nerazîtiya li dijî kuştina vî mêrikê 45 salî yê çermreş bi destê polîsê çermsipî derketine nav kolanên vî bajarî.