Nîsan 03, 2020 16:01 Asia/Tehran
  • Teqezkirina balyozê Îranê li Swîsrayê ser rawestana civaka cîhanî li ber boykotên Emerîkayê

Balyozê Îranê li Swîsrayê got: Komara Îslamî ya Îranê bi awayê rewa û qanûnî dixweze ku hemî endamên NY tevî dijberiya li hember nihêrîna yekalîxwazane, xwe ji sînor û berbendên neqanûnî û neexlaqî yên Emerîkayê dûr bikin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Muhemed Riza Hacî Kerîm Cebarî, balyozê Îranê li Swîsrayê li nameyekê bo 100 kes ji şarezayên siyasî, aborî, çandî, medyayî, zanistî û zanîngehî yên Swîsrayê bal kişand  ser belavbûna vîrûsa koronayê li cîhanê û got: Gelê Îranê hevgav ji ber terorîzma aborî, yekalîxwazî û boykotên neînsanî yên Emerîkayê û belavbûna vîrûsa koronayê îza dibin. 

 Hacî Kerîm Cebarî bal kişand  ser vê yekê ku boykotên zalimane yên Emerîkayê, dewleta Îranê ji bidestxistina çavkaniyên  dabînkirina derman û xwarekên pêwîst bêpar kirine û destnîşan kir: Rejîma Emerîkayê û hin hevpeymanên wê bi bê şermî Koronayê bona zexta siyasî li dijî Îranê bi kar tînin.