Başbûna nêzîkî 18 hezar kes ji tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê li Îranê
Wezareta Tendrsutiyê ya Îranê raghand: Heta niha 17 hezar û 935 kes ji yên li Îranê bi vîrûsa Koronayê ketine, baş bûne û ji nexweşxanê vegeryane melên xwe.
Kiyanûş Cehanpûr serokê navenda raghandinê ya Wezareta Tendrsutiya Îranê roja îniyê li gotûbêja bi nûçegîhan re bal kişand ser tûşbûna 53 hezar û 183 kesî bi vîrûsa Koronayê li Îranê û got: Bi candayîna 134 nexweşên tûşbûyî bi Koronayê li 24 saetên buhurî, hejmara kesên gorrî li Îranê gihêşt 3 hezar û 294 kesan.
Hevgavê pêngavên pêşîlêgirtin û dermankirinê yên dewleta Îranê bi alîkariya hêzên çekdar, demajoya pêhesiyana zûwext , şopandina kesên ku bi tûşbûriyan re di peywendiyê de bûne, karantînekirina nexweşna û dermankirina kesên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê bi hevrêtiya hemî çîn û qatên gelê Îranê bi lezgînî cih tê.
Vîrûsa Koronayê ku navê wê yê zanistî Kovîd-19 ye dawiya sala derbasbûyî li bajarê Wûhana Çînê hat dîtin.
Li gor dawîn amaran, heta niha piraniya welatên cîhanê tûşî vîrûsa Koronayê bûne û hejmara tûşbûyiyan li cîhanê ji milyon kesî derbas bûye ku ji vê hejmarê nêzîkî 215 hezar kes jî çêbûne û herî kêm 54 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.