Biden jî li hember boykotên li dijî Îranê rabû
Kandîdê Demokrat ê serokomariya Amerîka ji bo hilbijartina 2020, Joe Biden duh xwest ku bila Amerîka di vê demê ku vîrûsa Koronayê cîhanê girtiye ber xwe, boykotên li dijî Îranê kêm bike.
Biden got: Ji ber zext û zorên Amerîkayê li dijî Îranê piraniya welat û rêxistinên cîhanê li babeta alîkarî kirina Îranê bi fikar in ku bikevin ber boykotên Amerîkayê.
Her ji ber vê yekê Biden duh xwest ku bila Amerîka di vê demê ku vîrûsa Koronayê cîhanê girtiye ber xwe, boykotên li dijî Îranê kêm an taluq bike.
Di van hefteyê bihûrî ji ber berbelavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê bi taybet li Îranê rayedarên navneteweyî û gelek ji welatên cîhanê yên wekî Pakistan, Rûsya, Çîn û Tirkiyê xwestin Amerîka boykotên xwe yên neqanûnî û yekalî li dijî Îranê rake.
boykotên neqanûnî û yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê ku tiştên pidivî ji wan dewa û derman û alavên pizişkî jî digirin ber xwe, ji xelkê Îranê re bi taybet ji nexweşên koronayî re pirsgirêkên zav çêkirine.