Nîsan 03, 2020 10:01 Asia/Tehran
  • Trump dîsa xwe piştgirê gelê Îranê da zanîn

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku vê dawiyê dîsa gef li Îranê xwaribû, êvara pêncşemê dîsa xwe piştgirê gelê Îranê da zanîn.

Trump di civîneke çapemnî û nûçegihanan de bêyî ku balê bikişîne terorîsma aborî û pizişkî û dermanî ya Amerîkayê li dijî gelê Îranê îdia kir: Heya niha Tehranê daxwazek ji bo kêmkirina boykotan ji me nekiriye da ku Waşîngton îzna şandina derman û amûr û wesayîtên pizişkî bo Îranê bide.

Trump li dewama îdiaya xwe ya pûç û komîk got:Darbeyeke girann li aboriya Îranê û leşkerên wê ketine û Amerîka amade ye alîkariya Îranê bike.

Serokomarê Amerîkayê herwiha Îran devera herî xirab ji babeta belavbûna vîrûsa Koronayê da zanîn û got: Ger Îran alîkariyê bixwaze, em amade ne alîkariya iraniyan bikin.

Trump di reşekê de Îranê devera herî xirab ji babeta belavbûna vîrûsa Koronayê dide zanîn ku Amerîka niha ji babeta belavbûna vîrûsa Koronayê li ser pileya yekem a cîhanê de ye.