Sipasiya Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê ji karzanên îranî bona girtina pêşiya vîrûsa Koronayê
Wezîrê Tendrsutiyê yê Îranê got: Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê li rojhilata Medîteranê sipasiya xebata baş û hêja ya Îranê li warê girtina pêşiya vîrûsa Koronayê kir.
Wezîrê Tendrsutî û Pizişkiyê yê Îranê, Seîd Nemekî roja pêncşemiyê li kêleka civîna mecazî ya navçeyî ya Rêxistina Cîhanî ya Tendrustiyê li Têhranê li bara vê civînê diyar kir: Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê li rojhilata Medîteranê ji xebata hêja ya îraniyan û karzanên Îranê li warê girtina pêşiya vîrûsa Koronayê sipasî kir û li vê civînê ji ezmûn û tecruba Îranê îstifade hatdekirin.
Nemekî bal kişand ser vê yekê ku Îranê kariye xizmetê bighîne bêtirî sedî 90 ê nifûsa vî welatî û destnîşan kir: Îran di qonaxa rêveberiya nexweşiya Koronayê de ye û qonaxa kontrolkirina nexweşiyê di pêşberî wê de heye.
Li gor raghandina Wezareta Tendrsutiya Îranê, heta niha ji sercem 50 hezar û 468 kesên ku li Îranê tûşî nexweşiya Koronayê bûne, 16 hezar û 711 kes ji wan baş bûne û sê hezar û 160 kes jî canê xwe ji dest dane.