Alîkariya sindûqa OPEC`ê bo Îranê bona rawesta li ber Koronayê
Wezareta Aborî û karûbarên darayiyê yê Îranê li bara pejirandina alîkariya 500 hezar dolarî ya sindûqa OPEC`ê bo geşatiya navneteweyî(OFID ) bo Îranê li warê rawestana li ber Koronayê agahî da.
Komîta raghandinê ya erkantiya rawestana li ber vîrûsa Koronayê ya Wezareta aborî û karûbarên darayiyê ya Îranê roja pênşemiyê li raporekê raghand: Alîkariya 500 hezar dolarî ya sindûqa OPECê bo geşatiya navneteweyî bo Îranê bona kirîn û belavkirina kelûmelên pêdivî yên nexweşxanan ji bo rawestana li ber vîrûsa Koronayê ji aliyê vê sindûqê va hat pejrandin.
Sindûqa OPECê bo geşatiya navneteweyî ev alîkariya daye Rêxistina Cîhanî ya Tendrustiyê ku kelûmelên nexweşxanan li Îranê pê dabîn bikin.
Di vî warî de, hejmarek ji misilmanên Çînê bona alîkariya bo gelê Îranê bona rawestana li ber vîrûsa Koronayê, xelatên xwe bo Têhranê radestî balyozxana Îranê li Pikenê kirin.
Komara Îslamî ya Îranê di rêza wan welatan bû ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li Çînê tevî hevderdiya bi gel û dewleta vî welatî re kelûmelên pizîşkî û çend barên alîkariyên mirovheziyê şandine Çînê.