Nîsan 02, 2020 16:37 Asia/Tehran
  • Kesên başbûyî yên nexweşiya Koronayê li Îranê ji 16 hezar kesî derbas bûn

Wezareta tenduristî û pizişkiya Îranê ragihand: Heya niha 16 hezar 411 kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketibûn baş bûne û ji nexweşxanan vegerîne malên xwe.

Serokê Navenda Ragihandin û Gelêriya Wezareta Tenduristî û pizîşkiya Îranê, Kiyanûş Cîhanpûr îro pêncşemê li gotûbêja bi nûçegîhanan re got: Heya vê demê li Îranê 50 hezar û 468 kes bi Koronayê ketine û  Sed heyf û mixabin li 24 saetên bihûrî 124 nexweşên Koronayê can dane û heya vê demê hejmara miriyên ji ber Koronayê li Îranê gihêştiye 3 hezar û 160 kesan. 

 Serokê navenda raghandinê ya wezareta Tendrsutiya Îranê her wiha got: Beşdariya li plana vekolandin û pişkinîna Koronayê li Îranê ji 69 milyon kesî derbas bû.  

Li gor dawîn amaran heya vê demê  zêde ji 862 hezar kes li cîhanê bi vê vîrûsê ketine û herî kêm 42 hezar  kes ên tûşî vê vîrûsê bûne jî canê xwe ji dest dane.