Nîsan 02, 2020 14:38 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Kokbirkirina Koronayê hewcetî bi hevkariya cîhanî heye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamiya Îranê bi pêgiriya ser vê yekê ku kokbirkirina Koronayê hewcetî bi hevkariya cîhanî heye got: Ev vîrûsa sînor, netew, ol û welat nas nake û heya niha 200 welatên cîhanê girtiye ber xwe.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî li kêleka serdana ji Vîdeo-Map a birca Azadiya Tehranê hevderdiya neteweyê Îranê bi welatên ku Koronayê ser wan girtiye diyar kir û got: Kar û xebatên Îranê li dijî Koronayê hevast û hevqasê xebatên welatên din ên cîhanê ye û xebatên ku Îranê di vî warî de kirin li pêşerojeke nêzîk wek nûçe dê were ragihandin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha sipasî rêxistin û welatên cîhanê kir yên ku di warê rawestana li ber vîrûda Koronayê alîkariya Îranê kirine û got: Çînê bi şandina alîkariyên malî, nihabi zaniyarên îranî re hevkariya zanistî ji bo kokbirkirina vê vîrûsê daye despêkirin.

Mûsewî hevîdariya xwe diyar kir ku vîrûsa Koronayê zûtirê li Îranê kokbir bibe da ku ev welata jî bikare alîkariyên welatên din di vî warî de bike.

Heya niha 877 hezar kes li cîhanê bi Koronayê ketine ku ji wan 43 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 185 hezar kes jî baş bûne.