Sibat 26, 2020 18:38 Asia/Tehran
  • Dewleta Îranê biryara Komxebata Pêngavrakirina Aborî (FATF) biryareka siyasî da zanîn

Dewleta Komara Îslamî ya Îranê biryara Komxebata Pêngavrakirina Aborî (FATF) ya danîna navê Îranê di nav welatên ne-hevkar (Lîsteya Reş) li gorî handan û xwestekên siyasî yên hin xêrnexwazan da zanîn.

Dewleta Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Siyaseta dijî têrorîsmê ya Îranê li gorî pênaseya dadxwazî û aştîxwaziya Komara Îslamî ya Îranê ye û di hemî waran da, ji wan tlkoşîna dijî dabînkirina aborî ya têrorîsmê, bi awayekî ciddî tê sepandin û vîna me di şoapndina hemî kiryarên dijî Diravşûştin û dabînkirina aborî ya têrorîsmê, xwesteka gelê me û qanûn û rêzikên navxweyî yên me ye ku di dewreyên cûrbicûr ên Meclîs û dewletê hatiye pesendkirin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Dewleta Îranê ji hevkariya tev welatên din di vî warî da jî pêşwazî kiriye û  cihanîna rêzikên pejirandî ji aliyê welatên cîhanê û pîvanên navneteweyî di vî warî da ku li gorî qanûnên navxweyî û ser xêra welêt bûye, qebûl kiriye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye destnîşan kirin ku xêrnexwazên Îranê  ûdi serê wan da dewleta Amerîkayê pîlana wergirtina alîgiran jibo çêkirina dubare ya bereyeka dijî Îranê heye.

Komxebata Pêngavrakirina Aborî (FATF), navê Îranê ji ber tiştê ku wek Saznebûna li gorî pîvanên navneteweyî yên sekinîna li hemberî dabînkirina aborî ya Têrorîsmê da zanîn, xiste nava Lîsteya Reş.