Sibat 26, 2020 18:37 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Heke çaverêtiyên me neyên dabînkirin, vegeriyana tam a Îranê bo Peymana Atomî ne pêkan e

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku INSTEX teqrîgben gihîştiye qonaxa cihanînê, got: Bêyî ku çaverêtiyên me di warên aborî da bên dabînkirin, vegeriyana tam a Îranê bo Peymana Atomî ne mumkin e.

Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê berêvariya Çarşemiyê piştî bidawîhatina Yazdehemîn civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Atomî li Viyenê got: Civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Atomî bi armanca hilkolandina dawîn rewşa cihanîna vê peymanê di warê atomî da û wêdadayîna boykotan her sê mehan carekê tê lidarxistin.

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Hemî endamên mayî li Peymana Atomî di vê civînê da careke din li ser girîngiya vê peymana navneteweyî pêgirî kirin û ragihandin ku Peymana Atomî ya digel Îranê lihevkirineke girîng a navneteweyî û xwedan berûlayên ewlehî û aborî ye ku divê were parastin.

Iraqçî bi gotina vêya ku INSTEX teqrîben gihîştiye qonaxa cihanînê got: Di vê civînê da fikrên ciddîtir ji aliyê welatên ewropî va jibo xurtkirina INSTEX'ê hatin raberkirin.

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Îanê gellek çaverêtî li gorî Peymana Atomî hene û ji ber dabînnebûna van çavêrêtiyan, Îranê sozên xwe di pênc pêngavan da kêm kiirn û sozên xwe yên cidîd di warê zengînkirin û atomî da kêm kirine, lê me ragihand ku em amade ne sozên xwe dîsanê bişopînin, bi vê mercê ku çaverêtiyên me di Peymana Atomî da bên dabînkirn.

Wî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê di hemî civînên Komîsiyona hevpar a Peymana Atomî da ji wan di vê civînê da destnîşan kiriye ku bêyî dabînbûna çaverêtiyên Têhranê di warên aborî da, vegeriyana tam a Îranê bo Peymana Atomî ne mumkin e.