Sibat 26, 2020 16:42 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bila amerîkî di fikra bi hezaran goriyên nexweşiya Anfloanzayê li welatê xwe de bin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi gotin û destwerdanên rayedarên amerîkî derbarê karên navxweyî yên Îranê de got: Bila amerîkî di fikra bi hezaran goriyên nexweşiya Anfloanzayê li welatê xwe de bin.

Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di axaftinekê da îdia kir ku Amerîka gellek nîgeran e ku Îranê renge hin hûrgillî derbarê belavbûna Vîrûsa Koronayê veşartibin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Desteya Dewletê da tevî pêgiriya li ser vêya ku Korona nabe ku bibe çeka dijminan jibo tetîlkirina kar û berhemanînê li welêt, got: Li gorî estatîstîkê di salên dawî û li Amrîkayê ji 12 heta 100 hezar kes ji ber tûşbûmna bi Flûyê canê xwe ji dest dane.

Rûhanî got: Amerîkiyan û dijminên Îranê di 2 salên bihurî da bi boykot û propagandayên xwe hertim xwestin ku berhemanîn û çalakiya aborî li Îranê rawestînin, lê bi hişyariya gel ev komplo pûç bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Îranê tevdîrên pêwîst jibo sekinîna hemberî Vîrûsa Koronayê pêk anîne, got: Korona jî dê bi hevkarî û hevahnegiya milet û dewleta Îranê ji nav here.

Berbelavbûna Koronayê di Kanûna 2019an ji bajarê Wuhanê yê Çînê dest pê bû û wer xuya dike ku jêderka wê heywanên ne-kedî bûye.

Ev vîrûs ji billî 30 prêzgehên Çînê, pekiyaye 35 welatên din ji wan welatên Rojavaya Asyayê.

Li gorî estatîstîka herî dawiyê, heta niha zêde ji 81 hezar kes li cîhanê tûşî vê vîrûsê bûne ku ji vê hejamrê zêde ji 30 hezar kesî baş bûne û zêde ji 2700 kes jî mirine.