Sibat 25, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Îran û Tirkiyê ser Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê pêgirî kirin

Balyozê Îranê li Enqerê û Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê li ser Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê teqez kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Di hevdîtina Mihemed Ferazmend, Balyozê Îranê li Enqerê û Fexredîn Koca Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê da, di aliyan derbarê tevdîrên cihhatî yên du welatan jibo T gotûbêj kirin.

Fexredîn Koca Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê pêştir gotibû ku Tirkiye bi hemî îmkanan jibo Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê li kêleka Îranê ye.

Li gorî rapora Wezareta Tendurustî, Derman û Hîndekariya Bijîşkî ya Îranê, hejmara goriyên tûşbûyî bi Vîrûsa Koronayê li Îranê gihîştiye 15 kesan û heta niha 95 kes jî li Îranê bi awayê tekûz tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Medyayên Tirkiyê jî qala tomarkirina babeteke gumanbarê tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li vî welatî kirin.

Her wiha heta niha zêde ji 80 hezar kes li cîhanê tûşî vê vîrûsê bûne ku ji vê hejmarê zêde ji 27 hezar kesî baş bûne û 2700 kesan jî mirine.