Sibat 25, 2020 18:02 Asia/Tehran
  • Lavrov ji ber binpêkarîya Amerîkayê di cihanîna Rêkevtinama Atomî de rexne kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji ber binpêkarîya Amerîkayê di cihanîna Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê de rexne kir.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di axavtina xwe ya di 43`yemîn dewra civînên Civata Mafên Mirovan a NY li Jênêvê de got: Eva Amerîka bû ku rikeberîya çekên navokî destpê kir û hewildanên jibo qedexekirina berbelavkirina çekên navokî asteng dike.

Sergey Lavrov herwiha got: Amerîkayê bi astengîderxistina ser rêya cihanîna rêkevtinama atomî ya digel Îranê, gêre li navçê gurr kir. Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê mînakeke serkevtî ya dîplomasîyê bû lê, Amerîkayê ew da sekinandinê û Ewrûpayê jî nekarî piştê bigire.

Amerîka di 8`ê Gulana sala 2018`an de bi awayekî yekalî ji Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê vekişîya û baykotên dijî Îranê careka din sepandin.

Welatên ewrûpî jî di piratîkê de sozên xwe jibo parastina berjewendîyên Îranê himberî boykotên Amerîkayê cih neanîn.

Komara Îslamî ya Îranê ji Gulana 2019`ê ve piştî saleke tamulkirina peymanşikênîya Amerîkayê û bêsozîya alîyên ewrûpî himberî Rêkevtinama Atomî, kêmkirina pêngav bi pêngav a sozên xwe yên navokî destpê kir.