Rûhanî: Boykotê nekarî bandorê li çêkirina otobana Têhran-Bakurê bike
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Boykotan nekarî bandorê li vîna muhendis, karker û rêvebirên îranî di warê çêkirina otobana Têhran-Bakurê de bikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di merasima vekirina Çiqa 1 a Otobana Têhran-Bakurê de herwiha got: Ew otobana qasî saet û nîvî rê kurt dike ku di jîyana gel û salifandina ardûyê de gellekî girîng e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê amajeyî dûhatên bûyerên xwezayî yên weke lehî û erdhejê yên îsal qewimîn jî kir û got: Divê bandor û şopa xirab a wan bûyerana li jîyana gel werin kêmkirinê.
Rûhanî herwiha got: Gelê Îranê tevî hemî pirsgirêkan, li her derî wêrekane hat meydanê û himberî pirsgirêkan û boykotên zalimane yên Amerîkayê jî teslîm nabe.
Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Gelê Îranê himberî dijmin lawahîyan nake û tevî tamulkirina dijwarîyan ji ber boykotên zalimane, yê dijmin poşman bike.
Rûhanî herwiha amajeyî belavbûna vîrûsa Koronayê li hin şarên Îranê jî kir û got: Nabe ji vê vîrûsê bitirsin, belkî divê bi hewildana gişk berpirsan pirsgirêkên ji ber wê vîrûsê bên çareserkirin û jiholêrakirin.
Rûhanî di vê merasimê de fermana bikaranîna fermî ya Çiqa 1 a otobana Têhran-Bakurê da.
Çiqa 1 a otobana Têhran-Bakurê ku 32 kîlomêtran digire ber xwe, yê bibe sebeb ku rêya nika ya Têhran-Kerec-Çalûsê nêzî 60 kîlomêtran kurt bibe.