Sibat 23, 2020 18:00 Asia/Tehran
  • Bi sedema Vîrûsa Koronayê li Îranê hin xwendingeh û saziyên fêrkariyê hatin tehtîlkirin

Bi sedema Vîrûsa Koronayê li Îranê hin xwendingeh û saziyên fêrkariyê hatin tehtîlkirin.

Hevgav wezîrê tendrustiyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku bajarê Qomê yek ji navendên sereke yê belavbûna Vîrûsa Kronayê li Îranê ye û got bi hevkariya konseya dabînkirina parêzgeha Qomê hin tevdîr hatine berçavgirtin ku xelk neçar nebin seredana cihên din bikin û got: Em  şêwaza qerentînekirinê pesend nakin ji ber ku xelk bi hişmendî li mala xwe dimînin û  xalên tendrustiyê berçav digrin. 

 Berdevkê Wezareta Tendrustiya Îranê jî dawîn amara goriyên Vîrûsa kronayê li welêt raghand. 

 Kiyanûş Cehanpûr li vê barê got: 15 kesên nû yên vîrûsa koronayê yên nû hatine naskirin ku ji vê hejmarê 7 kes li Qomê, 4 kes li Têhranê, 2 kes li Gîlanê û kesek jî li parêzgeha  Merkezî û kesek jî li Tonêkabonê bûne. Ji van 15 kesan sê kesan canê xwe ji dest dane. 

Li gor amara wezareta tendûristî ya Îranê,  bi hesabkirina van 15 kesan, sercem 43 nexweşên tûşbûyî bi koronayê yên nû hatine  dîtin ku heya niha 8 kes bi sedema Vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.