Sibat 23, 2020 17:26 Asia/Tehran
  • Zêde ji sedî 42`yê gelê Îranê di hilbijartinên Meclisa Şêwra Islamî de pişkidar bûye

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê ragihand ku sedî 42.57'ê gelê Îranê di hilbijartinên yanzdemîn dewra Meclisa Şêwra Islamî de pişkidar bûye.

Ebdulriza Rehmanî-Fezlî Wezîrê Karên Hundur ê Îranê îro li koma nûçegîhanan derbarê asta pişikdarîya gel di hilbijartinên yanzdemîn dewra Meclisa Şêwra Islamî de got ku 24 milyon û 512 hezar û 404 kes di wê dewrê da pişikdar bûne.

Ligorî gotina Remhanî-Fezlî sedî 48'ê wê nifûsê jin û sedî 52 jî mêr bûye.

Hilbijartinên Dewra Yanzdan a Meclisa Şêwra Islamî roja Înî 21'ê Sibatê li seranserî Îranê û Yekem navîndewra Pêncemîn Dewra Civata Şarezayên Rêvebirîyê jî li 5 bazineyên Têhran, Qom, Fars, Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî hatin lidarxistinê.