Çile 19, 2020 17:05 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Terora serdar Sulêymanî şaştiya startejîk a Emerîkayê bû

Alîkarê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Terora serdar Qasim Sulêymanî, fermandê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî şaştiya stratejîk a Emerîkayê bû ku xala werçerxanê ya mezin li rojavaya Asiyayê û Kendava Farsê pêk anî.

Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê li civîna berûlayên siaysî û stratejîk ên dûhatên terora serdar şehîd Qasim Sulêymanî ku li kalêca peywendiyên navdewletî yên Wezareta derve ya Îranê li Têhranê hat lidarxistin, got:Terorkirina serdar Sulêymanî bû sedema zêdebûna armancên berxwedanê û kesên ku ji şehadeta vî serdarê pilebilind kêfxweş bûn bila bizanibin ku şehadeta serdar Sulêymanî bi hetim dê qaweta pêşdebirina zêdetir bide tevgera berxwedanê.

Iraqçî destnîşan kir: Bi terorkirina serdar Sulêymanî, ``bereya berxwedanê`` tiştek ji dest neda belkî çek û armanca berxwedanê û heta fermandetiya vê tevgerê xurttir bû.