Çile 19, 2020 16:25 Asia/Tehran
  • Îranê derbarê serederîya nedadmendane ya Ewrûpayê têkildarî Rêkevtinama Atomî hişyarî da

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Ger Ewrûpa li bikaranîna mekanîzma çareserkirina rêketina navokî,nedadmendane reftarê bike, Îran biryara cidî li warê hevkariya bi Ajansa navneteweyî ya Enerrjiya Atomê bigre.

Almanya, Inglîz û Firansa sêşemiya buhurî, 14 Çillê bi weşandina daxûyaniyekê li Brukselê, mekanîzma çareserkirina li rêketina navokî çalak kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî larîcanî, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranêli civîna eşkere ya roja yekşemiyê ya meclisê, bal kişand  ser kiryara sê welatên ewrûpî li bikaranîna mekanîzma çareseriyê li rêketina navokî û destnîşan kir: Yek ji wezîrên welatên ewrûpî eşkere raghandibû ku Emerîkayê ger li ewrûpiyan xwariye ku ger mekanîzma maşikê( çareserkirinê) bikar neynin, dê teirifeya derkirîna otomobîlê bo Emerîkayê sedî 25 zêde dike.

Larîcanî got: Mixabin Emerîkayê welatekî bi qawet yê Ewrûpayê neçarî reftareke bi hewaret û nedadmendane kiriye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bêsoziyên Ewrûpiyan li cihanîna berpirsiyariyên xwe bi bîr xist û got: Bêtirî salekê ser reftara bi dijminatî ya Emerîkayê li mesela navokî derbas dibe û Ewrûpa bi tenê daxûyaniyeke siaysî daye.

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku Îranê tu carî gefê li welatên biyanî naxwe û got: Îranê pêka reftara ewrûpiyan, dê pêngavên pêdivî hilîne.

Almanya, Brîtanya û Firansa piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji rêketian navokî( 8 Gulana 2018an) soz dan bi garantîkirina berjewendiyên aborî yên Îranê, vê hevhatinê biparêzin lê heta niha bona parastina  vê hevhatinê bi ser neketine.