Çile 19, 2020 09:58 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka sebebkarê rewşa niha ya bi taluke li navçê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf rewşa niha ya Rojavayê Asyayê pir bi taluke da zanîn û Amerîka wek sebebkarê sereke ya vê rewşê da nasandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi malpera kanala Timesnow ya Hindustanê re  ku duh êvarê hate weşandin, rewşa niha ya Rojavayê Asyayê pir bi taluke da zanîn  û heger û sebeba sereke ya vê rewşê helwêst û siyasetên xwexwazî û bi çavsorî yên Amerîkayê hesiband û got: Amerîka her tiştî li gor dîtin û xwesta xwe dibîne û jê re dîtin û bawera xelkê navçê ti nirx û erzişeke xwe tine.

Zerîf herwiha bal kişand ser piştgiriya berfire ya raya giştî ya welatên navçê ji serdar sipehbud şehîd Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û got:Amerîka divê bizane ku piştî terorkirina serdar Silêmanî, gelên cîhanê li welatên curbicur jê re merasima bîranînê li dar xistin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Bi tenê DAIŞ, serokomarê Amerîka Donald Trump û wezîrê derve yê vî welatî  Mike Pompeo  ji ber terorkirina serdar Silêmanî şa bûn.

Zerîf herwiha bal kişand ser sefera xwe ya Delhiya Nû ji bo beşdariya li Rûniştina Gotûbêjên  RAISINA û got: Hindustan lîstikvanekî bi bandor û girînge, lewma Tehran hêvîdar e Delhiya Nû roleke girîng û erênî ji bo pêşeroja hevkariyan li navçê bilîze.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  ji bo beşdariya  li Rûniştina Gotûbêjên  RAISINA ya salê sefera Hindustanê kiriye.