Çile 19, 2020 09:09 Asia/Tehran
  • Rûsya piştgiriya endambûna Îranê di nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê dike

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh got: Moskow piştgiriya endambûna Îranê di nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê de dike.

Li gor IRIB Newsê Lavrov li paytexta Hindustanê Delhiya Nû desnîşan kir ku aniha Îran endama çavdêr a  Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye û got: Rûsya û piraniya endamên din ên vê Rêxistinê piştgiriyê didin daxwaza Îranê ya endambûna di nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê de.

Rûsya vê salê seroka dewreyî ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye û li Tîrmeha 2020 wê rûniştina salê yê vê Rûxistinê li Rûsyayê were lidarxistin.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê li 15 Hezîrana 2001 li Şanghaya Çînê ji aliyê Rûsya, Çîn, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan û Uzbekistanê ava bû ku paşê Hindustan û Pakistan jî bûn endamên wê. Ev rêxistina navdewletî ji bo hevkariyên çend alî yên siyasî, aborî û ewlehiyê pêk hatiye. Vê demê welatên Îran, Efxanistan , Mexûlistan û Blarûs endamên çavdêr ên vê rêxistinê ne.