Çile 18, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • 18`ê Çillê rojeke mayinde di îdroka tijî şanazî ya gelê Parêzgeha Kurdistanê de ye

Roja 28`ê meha Dêyê ya sala 1365`ê (18`ê Çilleya sala 1987) û berxwedana gel himberî dijmin yek ji rojên mayinde di dîroka tijî şanazî ya parêzgeha Kurdistanê û şarê Sinê da tê hesêb û bîrewerîyên tal ên wê rojê tu wexta ji bîra gelê wê herêmê naçin.

Roja 28`ê meha Dêyê ya sala 1365`ê (18`ê Çilleya sala 1987) yek ji wan rojana bû ku balafirên cengê yên rêjîma Beis a Iraqê şarê Sinê dan ber bobmeyan ku di encamê de hejmareke zêde ya gel bi awayekî necamêrane şehîd an birîndar bû.

Ew bûyera diltezîn di kêmtir ji 5 xulekan de qewimî lê hema di wê dema kurt da 18 cihên bajarê Sinê ketin ber êrişê.

Di wê rojê de 123 kes ji xelkê Sinê nivîşkan û birîndar bûn û 220 kes jî ku pirranî êxtiyar, jin û zarok bûn şehîd bûn.

Roja 28`ê meha Dêyê ya sala 1365`ê (18`ê Çilleya sala 1987) wek Roja Netewî ya Berxwedana Gelê Parêzgeha Kurdistanê di dîroka vî warî de hatîye tomarkirinê û li rex rojên din ên mînanîn 15 Xordada sala 1363 (5 Hrzîrana 1985) ya Banê û 23`yê Tîra sala 1358`ê (13 Hezîrana sala 1980) ya Merîvanê de cî girtîye.