Çile 17, 2020 17:43 Asia/Tehran
  • Gelê Îranê bi meşeke berfire piştîgirî da iqtidar û serdestîya Pergala Komara Islamî

Gelê Îranê îro piştî nimêja Înîyê li seranserî welêt bi meşeke berfire piştîgirî da iqtidar û serdestîya Pergala Komara Islamî

Bi milyonan kes ji gelê Îranê li seranserî welêt bilî Têhranê piştî nimêja Înîyê bi meşeke berfire tevî şermezarkirina cinayetên bidûhev ên dewleta Amerîkayê û destwerdana Ingilîsê di karên Îranê de, piştgirî dan iqtidar û serdestîya Pergala Komara Islamî û Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê.

Gelê Îranê di dawîya wê meşê de di daxûyanîyekê de ``kutakirina destwerdan û serdestîya Amerîka û Ingilîsê li Îranê hegera sereke ya dijminatîyên London  û Waşîngtonê himberî Têhranê zanî.

Gelê Îranê di dewama wê daxûyanîyê de pêgirî kir: Îran giheştîye wê asta serxwebûn, geşatî, bêminetî û serdestîyê ku bilî qebûlnekirina serdestbûn û bindestbûnê, bi têkoşîna xurt a hevgav di warên curbicur ên sîyasî, mêdyayî, aborî û leşekrî himberî zorbêjên cîhanê de, derbên herîgiran û rûxîner li dijminan daye û jêst û îmaja rizî û pûşik a Amerîka, Ingilîs, Rêjîma Sîyonîst û hevpeymanên wan şikandîye.

Di pişkeke wê daxûyanîyê de rawestandina gemîya ingilîsî, sernixûnkirina balafira bêfirokevan a sîxorîyê ya Amerîkayê û êrişa mûşekî ya ser baregeha herîgirîng a Amerîkayê li Iraqê pişkeke şanazîyên rûmetafirîner ên Îranê di warê sekinîna himberî zorbêjan de hatine zanînê.

Gelê Îranê di dawîya wê daxûyanîyê de qedrê hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê ji ber fidakarîyên wan girt û piştgirîya giştîalî ya ji Bereya Berxwedana Isalmî himberî komployên Amerîkayê erka dînî û mirovî ya xwe zanî.