Çile 17, 2020 16:17 Asia/Tehran
  • Têhranê ji ber gotinên Wezîrê Karên Derve yê Kandayê matmayîbûna xwe nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber gotinên Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê matmayîbûna xwe nîşan da û ji hemî alîyan xwest ku mijarên mirovî nemaze bûyera diltezîn a jordaketina balafira ukraynî nekin darê destan jibo berjewendî û jêstên sîyasî.

Seyîd-Ebbas Mûsewî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî lidarxistina civînekê li Kanadayê û gotinên bixerez ên Wezîrê Karên Derve yê wî welatî kir û tevî ku xwe şirîkê xema malbatên gorîyên bûyera jordaketina balafira ukraynî li nêzîkî Têhranê zanî, got: Îranê jibo kêmkirina xeman û hêsakirina dilê malbatên gorîyên wê bûyerê hevkarîyeke gellekî rewan û seratir j iasta çaverêkirî digel desteyên welatên xwedîyê wan gorîyan kirîye.

Mûsewî herwiha got: Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê rojekê piştî karên berayî û dewama naskirina nasnama meytên hemî gorîyan û hevkarîyên din, xwest ku bikare karên konsolê bike ku hema di roja yekem a bûyerê de tenê  ji ber berulayên mirovî ew imkana ji hêla Îranê ve hat pêkanînê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îranê di çend salên buhurî de ji rêyên curbicur ragihande rayedarên Kanadayê ku bila rewşa peywendîyên sîyasî yên her du welatan li alîyekî be, eva ser xêra welatîyên îranî û kanadayî ye ku nuneratîyên konsolî yên her du welatan bên çalakkirinê lê, dewleta Kanadayê ji ber meseleyên sîyasî û hevrêtîya digel Amerîkayê jibo zordayîna ser welatîyên îranî û esilîranîyan hazir nebû ku gotûbêja rasterast di vî warî de bike û nika jî kivş nîne ku bi çi armancekê wan gotinan hilêdixe û daxwazan dike.

Fransuva- Fîlîp Şampîn Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê şeva buhurî di civîneke çapemenîyê ya hevpar digel Wezîrên Karên Derve yên welatên têkildarî bûyera jordaketina balafira ukraynî (Swêd, Ukrayn, Efganistan, Ingilîs û Holend) ku li Londonê hat lidarxistinê, bi axavtineke bixerez ji îranê xwest ku vîzeya pisporên navnetewî jibo destpêkirina lêkolînên di vî warî de bide.