Çile 16, 2020 17:07 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Ewrûpiyan rêketina navokî bona rizgarbûna ji teirifeyên Trump firotin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li twîteke tund li dijî bac û bertîldayîna bo Emerîkayê ji aliyê Ewrûpiyan nivîsî: Sê welatên ewrûpî yên mayî li Rêketina Navokî, ev hevhatina navdewletî firotin da ku ji teirifeyên nû yên serokkomarê Emerîkayê rizgar bibin.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îranê ji ewrûpiyan re got: We tu serekatiyeka exlaqî û hiqûqî tine. Di vê twîtedê de hatiye: Bertîldayîna Ewrûpayê bo qayîlkirina Emerîkayê dê bi kêr neyê û bi tenê dê helwêsta Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tundtir bike. 

  Wezîrê derve yê Îranê xitabî sê welêatên ewrûpî, Almanya, Inglîz û Firansyê got: Gelo quldirê serdema lîseyê nayê bîra we:. Ger hûn dixwezin rûmeta xwe bifroşin, riya xwe bidomînin lê êdî  xwe ji  hêla exlaq û hiqûqê seratir negrin.Hûn ne di cih û şûneka wisa de ne. 

 Sê welatên ewrûpî yên rêketina navokî roja sêşemiyê li halekê mekanzîma çareserkirina rêketina navokî çalak kirin ku piştî derketina Emerîkayê ji rêketina navokî nedikarin berpirsiyariyên xwe cih bînin û di pratîkê de rêketina navokî bê naverok kirin. 

 Hereketa vê dawiyê ya sê welatên ewrûpî dewama hevrêtiya bi siaysetên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ye ku hewl dide ji rêketina navokî tiştek nemîne û hevhatineka din daynin cihê rêketina navokî.