Kanûn 12, 2019 11:53 Asia/Tehran
  • Guterres: Amerîka bi boykotkirina Îranê biryarnama 2231 binpê kiriye

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh li rapora xwe ya dewreyî ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY got: Amerîka bi boykotkirina Îranê biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehiyê binpê kiriye.

Guterres li vê rapora xwe heyf û mixabiniya xwe derheq derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî diyar kir û got: Li gor biryarnama 2231 divê gişt welat bikarin bi Îranê re bazarganî û ticareta azad bikin.     

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî herwiha pêşewaziya rawestana Îranê ser Peymana Navokî kir û diyar kir ku eva di rewşekê ye ku Amerîkayê ji Îranê re astengiyên zav çêkirine.

Guterres ragihand: Heya vê demê li gor raporên curbicur ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Îranê gişt soz û pêsparteyên xwe yên li gor Peymana Navokî bi cih anîne. 

Serokomarê Amrîkayê Donald Trump li roja sêşemê 8 Golana 2018 bi awayekî yekalî ji Peymana Navokî ya ku Îranê û Koma 5+1(Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê)  ew îmza kiribû û li Konseya Ewlehiyê ya NY hatibû pejirandin, derket û dîsa boykotên li dij Îranê vegerandin. Di vê navberê de welatên ewropî yên endamên Peymana Navokî yên wekî Fransa, Brîtanya û Almanyayê sozdan ku nehêlin Îran ji ber vê derketina Amerîkayê ziyanê bibîne, lê belê piştî salekê wan jî nekarîn sozên xwe cih bîne loma Îran neçar bû gav bi gav pêsparteyên xwe yên li gor peymanê kêm bike.