Kanûn 11, 2019 15:56 Asia/Tehran
  • Mûsewî:

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina daxuyaniya Çilemîn civîna Serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê li Riyazê got: Piştgirên siyasetên neberaqil li navçeyê divê bersiva raya giştî bidin.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê got: Hin welatên piştgirê piştgirê berdewamiya siyasetên neberaqil ên niha li navçeyê divê bersiva raya giştî bidin ku ji billî pêkanîn û xurtkirina komên terorîst û tekfîrî li Iraq, Sûriye û Yemenê û xweşkirina rêya hatina biyaniyan bo Kendava Farsê, çi kiryarek jibo kêmkirina kêşeyan kli navçeyê pêk anîne.

Mûsewî tevî amajeya bi reftara berpirsiyarana ye Îranê di salên bihurî da got: Raberkirina pêşniyara Peymana Destdirêjînekirinê, Civata gotûbêjên Navçeyî û di adwiyê da Kempeyna Aştiya Hormuzê ji hewildanên Îranê jibo pêkhatina hevkariyên navçeyî bûne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê sê giravên Îranî yên Bomûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk beşek cudanebûyî ji axa Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û destnîşan kir: Hemî kiryarên îranî li giravan bi armanca mafên tekûz û li gorî hakimiyeta neteweyî û yekparçetiya axa welêt pêk hatine û dubarekirina van helwêstên mudaxeleker bi her awayî tam redkirî ye û tu bandorekê ser rastiyên heyî yên hiqûqî û dîrokî dê neke.

Mûsewî her wiha berteka Konseya Hevkariya Kendava Farsê li hemberê kêmkirinê sozên Îranê di Peymana Atomî da wek pêkeniyeka dîrokî da zanîn û got: Welatên ku hemî hewildan û sermiyana xwe jibo serneketina Peymana Atomî pêk anîn, nihal li hemberî kiryarên rewa yên Îranê nerazî ne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê hevrêtî û piştevaniya aşkira ji têrorîsma aborî ya Amerîkayê dijî gelê Îranê di daxuyaniya Konseya Hevkariya Kendava Farsê da şermezar kir û ew li dijî siyaseta cînaretiya baş wesifand.