Kanûn 10, 2019 18:21 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Îran hîç babeteke bikaranîna mafên mirovan weke darê destan û jibo sîyasetê qebûl nake

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek Berteka himberî daxûyanîya Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE`yê got: Komara islamî ya Îranê hîç babeteke bikaranîna mafên mirovan weke darê destan û jibo sîyasetê qebûl nake.

Josep Borrell (Cozêp Borêl) Berpirsê nû yê Sîyaseta Derve ya YE`yê roja Yekşemê di daxûyanîyeke destwerdanxwazîyê de, Îran bi binpêkirina mafên mirovan û bikaranîna şîdetê himberî nerazîyan tawanbar kir.

Seyd Ebbas Mûsewî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber wê daxûyanîya Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE`yê heyf û mixabinîya xwe nîşan da û ew daxûyanîya encama agahîyên çewt û bixerez zanî û pêgirî kir ku berçavgiritna mafên mirovan jibo Komara islamî ya Îranê wek pergaleke gelserdest esasek û yek ji pêwîstîyên ewlehîya netewî ya Îranê ye. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Serederîya Komara Îslamî ya Îranê di 40 salên buhurî de jî baş nîşan dide ku Îran jibo jordabirina asta mafên mirovan û parastina mafên gel ciddî bûye û nerazîbûnên gelanî û kombûn jî ji wan mafên naskirî yên gel li Komara Îslamî ya Îranê ne.

Mûsewî herwiha got: Îran ji YE`yê dixwaze ku bi awayekî ciddî bala xwe bide ser binpêkirina mafên mirovan li hin welatên endam an hevpeymanê wê û sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî ya digel Îranê cih bîne û bala xwe bide ser binpêkirina mafên zêde ji 80 milyon welatîyên îranî di encama sepandina boykotên nemirovane û yekalî yên Amerîkayê.