Kanûn 10, 2019 16:23 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îrana amade ye ku bi awayekî giştalî danûstandina zîndaniyan bike

Wezîrê karên derve yê Îranê anî ziman ku Têhran jibo bi hev re veguhestina giştalî ya girtiyan amade ye û got: Gog di erdê Amerîkayê da ye.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemê li ser twittera xwe nivîsî: Piştî ku dîlê Îranî yê li Amerîkayê vê hefteyê bo mala xwe hat vegerandin, Têhran tam jibo bi hev re veguhestina giştalî ya girtiyan amade ye.

Dr. Mesûd Silêmanî Mamosteyê zanîngeha Terbiyet Muderis a Têhranê û yek ji zanyariyên nasyar di warê Selûlên Bingehîn da êvara Şemiyê piştî derbaskirina salekê zîndanîbûna neqaûnî li Amerîkayê, gihîşte Têhranê.

Her wiha bi pesendkirina Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û hevkarî û pejirandina saziyên dadwerî û ewlehiyê yên Îranê, Jeo Wang welatiyê amerîkî ku bi sûcê Casûsiyê heyama mehkûmiyeta xwe li Îranê derbas dikir, bi Dilovaniya Îslamî hat azadkirin û bi rêya navcîtiya rayedarên Swîsî vegeriya Amerîkayê.