Kanûn 10, 2019 13:34 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Zerîf Û Eşref Xenî ser aşitiya li Efxanistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf û serokomarê efxanistanê Muhemed Eşref Xenî li ser aştiya di navbera komên efxan bi mêhwerbûna dewleta Efxanistanê gotûbêj kirin.

Dayira Giştî ya Ragihandinê ya ser bi wezareta derve ya Îranê diyar kir ku Zerîf û Eşrefxenî li hevdîtina xwe li Stenbola Tirkiyê ser pêwendiyên du alî, guhertinên siyasî li efxanistanê bi taybet gotûbêjên aşitiyê navbera komên Efxan û dewleta Efxanistanê gotûbêj kirin û wan li vê gotûbêjê desnîşan kirin ku divê dewleta Efxanistanê bibe mêhwera sereke ya van gotûbêjan.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf  ji bo beşdariya li Rûniştina Heştem a wezîrên kar û barên derve û yên civakî yên Rêxistina Hevkariya Îslamî  ya bi navê "Dilê Îslamê" ku ji bo alîkariya Efxanistanê li Stenbolê li dar ketiye çûye vî bajarê Tirkiyê. Wî berî viya bi wezîrê derve yê vî Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu re hevdîtin û gotûbêj kir.

Zerîf herwiha li vê rûniştinê de  li ser Yeketiya Efxanistanê pêgîrî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê ya Efxan-Efxan ku bisaya hewldana efanistaniyan û çavdêriya wan bi rêve here û tê de gişt komên Efxan û dewleta Efxanistanê beşdar bibe.