Kemalwendî: "Îranê zanista navokî ya li asteke bilind heye"
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bal kişand ser pêşketinên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê û got: "Îran ji ber zanista navokî pêşketinên xwe li vê barê didomîne. "
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê, Bêhrûz Kemalwendî, berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li bara rawestandina hevkariya Rûsiuyê li proja berhemanîna Radyoîzotopa Mayînde li Navenda Fordoyê diyar kir: "Ji hêla teknîkî va li cihê ku Îzotopa Mayînde berhem tê, nabe karê zengînkirinê bê kirin loma li muzakirên bi Rûsiyê ra, çend şêwazên din hatin pêşniyarkirin ku ev hevkariya li astên teknîkî bên domandin. "
Kemalwendî bal kişand ser vê yekê ku ûris ji ber dirêjnebûna miafiyetên Emerîkayê ji proja berhemanîna Îzotopa Mayînde dernakevin û got: "Biryar e li proja ku çend salên din dawî dibe, 11 cureyên îzotopan berhem bên."
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê teqez kir: "Hêza Îranê ji babeta zanista teknîkî va ewqas e ku bêyî ûrisan jî dikare berhemanîna îzotopên mayînde bidomîne."
Ji atomên unsurekê re ku reqema atomî ya wekhev lê reqema cêrmî ya cuda hene, Îzotop tê gotin. Îzotop li gorî hejmara Proton û Notronên ku hene bi du beşên Îzotopên Mayînde û Îzotopên Nemayînde tên parvekirin.