Kanûn 09, 2019 16:21 Asia/Tehran
  • Şêwirîna wezîrên derve yên Îran û Tiriyê

Wezîrê karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê li kêleka civîna "Dilê Asiyayê- pêvajoya Stembolê" bi wezîrê derve yê Tirkiyê re li Stembolê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Li gorî rapora roja Duşemiyê ya dayira giştî ya beşa ragihandinê ya Wezareta derve , Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê û Mewlûd Çawûşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê li bara berûlayên curbciur ên peywendiyên dualî, meselên herî giring ên navçeyî û navneteweyî ji wan dawîn alûgurên pêvajoya siyasî li Sûriyê, rewşa Iraq û Efganistanê û mijarên li gor elaqeta her du aliyan gotûbêj kirin. 

Heştimîn konferansa wezîrên derve bi navê "Dilê Asiyayê nasiyar bi pêvajoya Stembolê" îro bi axiftina Receb Teyib Erdogan û Muhemed Eşref Xenî serokkomarên Tirkiyê û Efganistanê xebata xwe destpê dike. 

Yekim civîna Dilê Asiyayê, sala 2011`an li Stembolê bi beşdariya wezîrên derve yên 14 welatan ji wan Îran, Tirkiye, Efganistan, Komara Azerbaycan, Çîn, Hindistan, Qezaqistan, Qirqîzistan, Pakistan, Rûsiyê, Erebistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Îmaratê hat lidarxistin.