Kanûn 09, 2019 13:05 Asia/Tehran
  • Kemalvendî: Zanista navokî ya Îranê di asteke bilind da ye

Berdevkê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê amajeyî pêşketinên navokî yên Komara islamî ya Îranê kir û got: Îran ligorî zanista navokî ya di asta bilind de, pêşketinên xwe di vî warî de didomîne.

Bêhrûz Kemalvendî Berdevkê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê derbarê rawestana hevkarîya Moskowê digel Têhranê ya di proja çêkirina Radyo-Îzotopan li Navenda navokî ya Fordoyê de got: Ligorî isûlên têknîkî li cihê ku Îzotopên mayinde tên berhemanînê, nabe oranîyom were meyandinê lewma, di muzakireyên digel ûrisan de çend şêwazên alternatîv hatin pêşnîyarkirin ta ku ew hevkarîya di astên têknîkî de bidome.

Kemalvendî bi gotina vê yekê ku ûris bi hegera dirêjnekirina muafbûnên Amerîkayê ji proja berhemanîna Îzotopên mayinde venakişin, dîyar kir: Biryar e di projeya ku çend salên din yê kuta bibe da, 11 cure Îzotop bên sazkirinê.

Berdevkê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir: Şîyana Îranê di warê zanista têknîkî de di astekê de ye ku bêyî ûrisan jî dikare berhemanîna Îzotopên mayinde bidomîne.