Kanûn 08, 2019 15:39 Asia/Tehran
  • Cehangîrî: Têhranê tu sînorek bona berfirehkirina hevkariya bi Mesqetê re nasnake

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser peywendiyên nêzîk û xurt ên navbera Têhran û Mesqetê û got: Îranê tu sînorek bona berfirehkirina hevkariya bi Umanê re nasnake.

Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemê li hevdîtina Elî Bin Mesûd El-Suneydî, wezîrê ticaret û pêşeyê yê Umanê re li Têhranê, peywendiyên nêzîk û gerim ên her du welatan wek mînakekê bona peywendiyên welatên din ên navçê da zanîn û got: Berfirehkirina hevkariya navbera Îran û Umanê bo cîhana Îslamê û welatên navçê kêrhatî ye. 

 Cehangîrî amadetiya Îranê bona berfirehkirina peywendiyên dualî û çendalî bi Umanê re destnîşan kir: Îran hez dike di nav welatên derdora Kendava Farsê, asta herî bilind a danûstandinên ticarî bi Umanê re hebe. 

  Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand  ser îbtalkirina vîzeya Îranê bo welatiyên Uman û hêsankirina dayîna vîzeya Umanê bo welatiyên îranî û her wiha damezrandina  firîna rasterast navbera her du welatan û teqez kirKiryarên bi vî rengî û xurtkirina hevkariyan li beşa tranzît û gemîvaniyê jî dikare alîkariya jordebirina asta danûstandinên ticarî yên dualî bike.

 Elî Bin Mesûd El-Suneydî, wezîrê ticaret û pêşeyên Umanê jî bal kişand  ser vê yekê ku  îsal tacirên du welatan bêyî navbeynkar û rasterast bi hev re di peywendiyê de bûne û got: Ev kara dikare mizgîna hevkariya ticaret û pêşeyên Umanê navbera Îran û Umanê be. 

 Wezîrê ticaret û pêşeyên Umanê her wiha kêfxweşiya xwe ji hêsankarî û îmkanên heyî bo geştyariya tendrustiyê û ziyareta li Îranê bo welatiyên Umanê da diyarkirin û got: Peywendiyên aborî û ticarî yên her du welatan hevcetî bi bazdaneka mezin heye.