Dewleta Îranê sersaxî da malbatên gorî û mexdûrên teqîna li Seqizê
Berdevkê Dewleta Îranê ji ber candayîn û birîndarbûna hejmareke welatîyên Kurd li dawetekê li şarê Seqizê de sersaxî da malbat û xizm û kesên gorîyên wê bûyerê.
Berdevkê Dewleta Îranê Elî Rebîyî li peyameke tiwwiterî nivîsî: Mixabin 11 hevwelatîyên Kurd ku di merasima şayîya destpêkirina jîyaneke nû ango dawetekê civîyabûn, di encama teqîna kepsûla gazê de canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn. Em wek dewlet sersaxîyê didin hevwelatîyên Kurd û malbatên gorîyan.
Parêzgarê Kurdistanê jî di peyama xwe ya sersaxîyê de îro Înî weke Şîna Giştî li wê parêzgehê ragihand.
Behmen Miradnîya Parêzgarê Kurdistanê bi merema hevdîtina digel malbatên gorî û mezdûrên wê bûyerê û hilkolandina rewşa herîdawîyê îro çû Seqizê.
Cîgirê Parêzgarê Kurdistanê Hisên Xoşiqbal jî ragihand ku gaz ji şîlanga sobeya gazê belav bûye û di encamê de kepsûla gazê teqîyaye ku di encamê de 11 dawetîyan canê xwe ji dest dane û 38 dawetî jî birîndar bûne.