Kanûn 06, 2019 07:36 Asia/Tehran
  • Li Seqizê 11 kesan ji ber teqîna kepsûla gazê canê xwe ji dest dan

Li dawetekê li şarê Seqizê ji ber teqîna kepsûla gazê 11 kesan canê xwe ji dest dan.

Ew bûyera şeva buhurî li dawetekê li şarê Seqizê di encama belavbûna gazê û teqîna kepsûla wê qewimî.

Ligorî daxûyanîya navenda ragihandinê ya nexweşxana şarê Seqizê, ji wan 11 kesan 5 zarok û 5 jî jin bûne û herwiha 38 kes jî bi jehra gazê ketine ku rewşa 3 kes j iwan xedar e. 

Komên hawargiheştinê xwe gîhandin cihê bûyerê û agir vemirandin û birîndar jî veguhestin navendên dermankirinê.

Parêzgarê Kurdistanê jî bi dû vê bûyerê sersaxî da malbat û xizm û kesên gorîyan û îro înî 6`ê Kanûnê weke ``şîna giştî`` ragihand.