Mijdar 12, 2019 17:01 Asia/Tehran
  • 15 zarok ji ber boykotên li dijî Îranê canê xwe ji dest dane

Boykotên Emerîkayê û derbasnebûna hin dermanan bo nav Îranê bûne sedema mirina 15 zarokên ku tûşî nexweşiya AB`yê.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr News`ê, seyd Hemdî Riza Haşimiyê Gulpayganî, rêvebirê mala AB`yê li hevpeyvînekê got: Ger zarokên ku tûşî AB`yê, pansimana wan hebe, sedî 80 pirsirêkên wan çareser dibie. Nexweş dikare kincan li xwe bike û kinc cezba birînda wê nebe. Bi tenê di vê rewşê de zarokê AB dikare here xwendingehê. 

 Gulpayganî her wiha got: Bi şîrketa Molnlycke ku bi tenê berhemhênerê vê pansemanê li cîhanê ye, me peywendî girt. Vê şîrketa swedî li nameyekê bi fermî ragahnd ku welatê we hatiye boykotkirin û em nikarin pişka pansimana we  bişînin. 

 Birayan Hûk, nunerê taybet ê Emerîkayê li karûbarên Îranê çend mehan berî niha îdia kir ku Emerîkayê gelek rêz û hurmeta xelkê Îranê digre û naxwaze ew kelûmel û xizmetên pizîşkiyê bi dest bixin.