Cotmeh 18, 2019 08:26 Asia/Tehran
  • Zerîf bi telefonê digel hevtûşên xwe yên ûris, iraqî û sûrî axivî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê şeva buhurî bi rêya têlêfonî bi awayê cida digel Wezîrên Karên Derve yên Iraq, Sûrîye û Ûrsêtê derbarê alûgurên herîdawîyê yên herêmê nemaze rewşa bakura Sûrîyê de gotûbêj kir.

Mihemedcewad Zerîf, Mihemed Elî Hekîm, Welîd Muelim û Sergey Lavrov di wan gotûbêjên têlêfonî de dabînkirina istiqrara mayinde li rojhilata Firatê û rêzgirtina li serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê pêwîst zanîn.

Di wan gotûbêjan de herwiha pêgirî ser destpêkirina gotûbêjê di navbera Şam û Enqerê de û herwiha hikûmeta Sûrîyê û nunerên Kurdên vî welatî hat kirinê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku gotûbêjên Zerîf digel rayedarên welatên herêmê jibo rawestandina dayimî ya êrişên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê dê bidomin.