Cotmeh 13, 2019 17:12 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Têhran û Îslamabadê pêgirî ser çareserkirina meselên navçê ji riya gotûbêjê kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhran û Îslamabad li ser vê bawerê ne, divê meselên navçê ji riya gotûbêja navbera welatan çareser bibin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera raghandinê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê li press konferansa hevpar bi Êmran Xan, serokwezîrê Pakistanê li Têhranê got: Li vê civînê, her du alî ser ewlehiya navça hestyar a Kendava Farsê teqez kirin û kilîla çareseriya meselên navçê kutakirina şerê Yemenê û agirbesa demlidest zanîn. 

  Rûhanî her wiha bal kişand  ser boykotên Emerîkayê li dijî xelkê Îranê jî û got ku  her du alî li vê civînê boykotên Emerîkayê li dijî gelê Îranê weke terorîma aborî dan zanîn û raghandin ku bo çareserkirina vê meselê divê Emerîka vegera Rêketina Navokî û boçykotan rake. 

 Êmran Xan, serokwezîrê Pakistanê jî li vê civînê hegera sefera xwe ya Têhranê girtina pêşiya pevçûn û gêreya nû li navçê ragahnd û got: Pakistanê li 15 salên buhurî ji ber pevçûnan pir îza bûye û 70 hezar kuştî li şerê li hember terorîzmê daye.

Serokwezîrê Pakistanê her wiha sipasiya piştgiriyên dewleta Îranê ji gelê Keşmîrê kir. 

Serokwezîrê Pakistanê îro yekşemiyê bo hevdîtin û şêwirîna bi rayeadrên pilebilind ên Îranê gihêşt Têhranê. Êmran Xan biryar e li vê sefera yek rojî bi rêberê giranqedr ê inqilabê jî hevdîtin û gotûbêjê bike. 

 Êmran Xan serokwezîrê Pakisyamê meha Nîsanê jî sefera Îranê kiribû.