Cotmeh 13, 2019 08:53 Asia/Tehran
  • Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê seredana xwe ya Tirkîyê ibtal kir

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê seredana xwe ya Tirkîyê ibtal kir.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê seredana xwe ya Tirkîyê ya bi merema pişkdarîya di konfiransa ''têkoşîna dijî têrorê û xurtkirina têkilîyên navçeyî'' de ibtal kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu jî derbarê ibtalkirina seredana Elî Larîcanî bo Tirkîyê de got: Ez naxwazim derbarê biryara serokê Parlimana welatekî din da biaxivim, ligorî ihtimaleke zêde wî welatî hegerên xwe jibo wê biryarê hene.

Çavûşoglu herwiha got: Lê ez ji ber ku Serokê Domaya Ûrsêtê di konfiransa ''têkoşîna dijî têrorê û xurtkirina têkilîyên navçeyî'' de pişkdar dibe, kêfxweş im. Konfiransên ku têkildarî têkoşîna dijî têrorîsmê tên lidarxistinê gellekî girîng in. Em digel Ûrsêtê himberî têrorîsmê têdikoşin lewma jî Ûrsêtê li NY pişta me girt.