Îlon 21, 2019 19:38 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Tîma B'yê Serokkomarê Emerîkayê ber bi şêr ve kişand

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Tîma B'yê serokkomarê Emerîkayê wek armancekî hêsan dizane ku dikarin derewan li wî bikin û wî ber bi şêr va bikşînin.

Li gorî rapora Wezareta Karên Derve ya Îranê, Muhemedcewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja şemiyê bi weşandina wêneyekê ji gotinên vê dawiyê yên Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê li twîtera xwe nivîsî: Tevî derxistina yek ji endamên tîma B'yê, hîn jî hin ji wan vê pêvajoyê digrin ber xwe.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Emerîkayê Rêks Tîlêrson li konferansekê li zanîngeha Harwardê got: Serokwezîrê Rejîma Siyonîst Binyamîn Nêtanyahû bi dayîna lêzanînên şaş bo Donald Trump ew bi tişta ku dixweze han daye û ew xapandiye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêştir raghand: Komek pêkhatî ji Can Bolton, şêwirmendê berê yê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê, Binyamîn Nêtanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî, Muhemed Bin Selman, welîehdêî siûdî û Muhemed Bin Zayid, welîehdê Ebûzebyê hewl didin li navçê pevçûnan eskerî saz bikin.