Serdar Hacîzade: Îran di warê Pergalên Pedafendî da bêminet bûye
Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Îran di rêza pênc welatên sereke yên cîhanê di warê firokeyên bêfirokevan da ye û di warê çêkirina radar û pergalên xweparastina hewayî (pedafendî) da jî tam bêminet bûye.
Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî Serdar Sertîpê Pasdar Emîrelî Hacîzade, li kêleka vekirina nîşangeha Nêçîra Sîsalkan li Têhranê li nav nûçegihanan her wiha got: Îran di warê mûşekan de ji hêzxurtên navçeyê û ji çend hêzxurtên mezin ên cîhanê ye.
Serdar Hacîzade nîşangeha Nêçîra Sîsarkan derseka Ibretê jibo dijminên Îranê da zanîn û destnîşan kir: Eger dijmin karekî dijî Îranê bikin, bi hetim dê bersiveka tund li benda wan be.
Bereberê hefteya Berevaniya Pîroz, nîşangeha Nêçîra Sîsarkan ku têde firokeyên bêpîlot ên jordaxistî û wek xenîmetistandî ji Amerîkayê îro li baxmûzeya Berevaniya Pîroz a Têhranê hat vekirin.
Sibe anku Yekşem, 22ê Îlonê salvegera destpêbûna şerê sepandî yê Rêjîma Beis a Iraqê dijî Komara Îslamî ya Îranê ye.
Artêşa destdirêjker a Rêjîma Sedam (dîktatorê îdambûyî yê Iraqê) 22ê Îlona 1980 bi vê xeyalê ku dê di demeka kurt da Têhranê bigire, êrîşeka berfireh li ser Îranê dest pê kir.