Îlon 21, 2019 16:52 Asia/Tehran
  •  Mûsewî: Boykota nû ya Emerîkayê li dijî Îranê ne mijareka nû ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hember boykotên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê got: Ev boykota ne mijareke teze ye û bi tenê boykotên berê bi şikeleke din hatine hilêxistin.

Serokkomarê Emerîkayê Donald Trump, roja îniyê li nav koma nûçegîhanan li koşka Sipî raghand:  Hin boykot li dijî banka navendî û sindûqa geşatiya neteweyî ya Îranê  kivş kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyd  Ebas Mûsewî, îro şemiyê bal kişand ser vê yekê ku siyaseta derve ya Emerîkayê siyaseteke şepirze û aloz e û got: Emerîkî divê qebûl bikin ku siyaseta boykotan siyaseteka işkestxwarî ye û îstifada herî zêde ji vê amûrê û guhertina dolar bi çekan bûye sedem ku hitbara Emerîkayê û aboriya wê li civaka navneteweyî  derbe lê bikeve.

Mûsewî teqez kir: Îranê ji boykotên ewilî ku boykotên herî giran bûn ve, riya xwe peyda kiriye û bi palpiştiya şiyanên navxweyî û hevkariya bi welatên dost re dê geşatî û pêşketina xwe bidomîne.